Ciwanek Kurd li Welatê Pakistanê hate kuştin

14:56 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek Kurd yê xelkê bajarê Ciwanroyê li refên Girupên Cîhadî li welatê Pakistanê de hate kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Hîwa Mihemedî xelkê bajarê Ciwanroyê li encama bmbebarana balafirên Amerîka li herêma Wezîrristana welatê Pakistanê Canê xwe ji dest da.

Tê zanîn ku welatiyê Kurd sala bihûrî gihîştiye girupên Cîhadî û çend mehan beriya niha tevî çend hevalên xwe jibo welatê Pakistanê çûye û çend rojan beriya niha canê xwe ji dest daye û malbata wî li vê bûyerê hatine haydar kirin.

Her wisa berê jî li sala bihûrî de 5 welatiyên temen 18salî yên xelkê bajarê Ciwanroyê û endamê rêxistina Elqaîdê li welatê Efxanistanê û li heyamê çend salên bihûrî de pitir ji 10 ciwanên Seqizî li welatê Pakistanê hatin kuştin û yan xwe teqandine.

Pêştir “Navenda Nûçegihaniya Seqiz”ê li raporekê de bilav kir ku 141 Ciwanên herêma Seqizê ku parek berçav ji wan xelkê gundên wî bajarî ne, bi awayek fermî çekên Elqaîdê hilgirtine û li welatên Îraq, Pakistan û Efxanistanê şer dikin.

Tê zanîn ku çend kesên wan ji aliyê hêzên Amerikî hatine girtin û jibo zîndana “Guwantanamo”hatin şandin ku Mihemed Enwer Seqizî”navê yek ji wan welatiyane.