Ciwanek Kurd Li Selamê Dawî bi jiyana xwe anî

13:37 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bi xwe kuştina Ciwanek 25 salî yê Kurdê akinciyê bajarê Selamsê, amara xwe kuştina mêrên Kurd li herêma Kurdistana Îranê li destpêka îsal heya niha gihîşte 20 kesan.

Li gor nûçeya gihîtî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar 5’ê Tîrmehe welatiyek Kurd yê temen 25 salî, kurê Nacî û xelkê gundê Dostana ser bi herêma Soma ya Urmiyê seva bêkarî û belengaziyê dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand, Fadil Mihemedî 2 mehan beriya niha jiyana hevpar pêk anîbû û heyamê 10 rojan beriya niha jibo peyda kirina kar serdana herêma Kurdistanê kiribû.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li heyamê 100 rojên bihûrî de 43 welatiyên Kurd li herêmên cûr bi cûr yên Kurdistana Îranê dawî bi jiyana xwe anîne ku ji wan 23’ê kes jin bûne.

Amara han bi piştgirêdan bi amara ajansa Kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê hindê pitir be.

Karnasên Civakî, pirsa bêkarî û hejariyê wek yek ji sebebên sereke bo xwe kuştina welatiyan dizanin ku seva dupêçên li ser Îranê û zêde bûna amara bêkaran di Îranê de, rêjeya xwe kuştinê zêde bûye.

Her di vê pêywendiyê de heyamek beriya niha kesek binavê “Feyzula Weysî” kurê Ebdula û temen 52 salî li gundê “Klawkeve”ya bajarê Riwanserê seva belengazî û feqîriyê xwe kuşt.