Ciwanek Kurd li Îlamê dinava avê de fetisî

15:45 - 15 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Ciwanek 17 salî yê Kurd li Îlamê seva kevtina naw ava Rûbar de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Çarşemiyê Ciwanek 17 salî yê Kurd û xelkê bajarê Eywan li nêz rûbarê “Kingîr” a ser bi parêzgeha Îlamê seva nezanîna melevaniyan di nawa ava çem de fetisî.

Her wisa roja dûşem iyê Ciwanek 20 salî yê xelkê bajarê Eywanê ku tevî du hevalên xwe li tenişt bendava “Serteng”ya ser bi bajarê Eywanê mijûlî girtina masiyan bûn,seva kevtina nav ava bendavê cenê xwe ji dest da.

Heyamek beriya niha jî nûciwanek temen 15 salî yê Îlamî li dema vegera ji xwendingehê dikeve nava ava çemê “Siya Gaw”yê Abdananê û canê xwe ji dest dide.