Ciwanek 26 salî yê Kurd li bajarê Sayînqela dinava avê de fetisî

13:26 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bi fetisîna Ciwanek dinê yê Kurd li çemê Cexetû yê bajarê “Seyînqela”hejimara welatiyên parêzgeha Urmiyê ku dinava ava çem û rûbaran de li destpêka îsal heya niha canê xwe ji dest dane gihîşte 16’kesan.

Li gor rapora ajnsa nûçegihaniya kurdpa, roja bihûrî berwar 28’ê Hezîran welatiyek Kurd binavê “Ramîn Behramî”yê temen 26 salî seva kevtina nav ava çemê Cexetû li bajarê Sayînqela Canê xwe ji dest da.

Termê Ramîn seva nebûna îmkanên pêwîs yên lêgerînê, piştî 8 demjimêran hate peyda kirin.

Heyamek beriya niha cêgirê para “Hawar”ya Heyva Sûr ya parêzgeha Urmiyê gotibû,ku li heyamê sala bihûrî de 31 welatiyên Kurd li vê parêzgehê de dinava ava çem û rûbara û bendavan de canê xwe ji dest dane.