Civînek Helbest xwendinê li Pîranşehrê birêve diçe

15:48 - 1 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Nawenda wêjeyî a “Çira” li bajarê Pîranşehrê civînek helbest xwendinê jibo helbestvanek bajarê Seqizê birêve dibe.

Yek ji endamên nawenda wêjeyî a Çira li qisedanek tewî nûçegihaniya Kurdpaê bilav kir :civîna han jibo “Elî Husênî” helbestvanê genc ê xelkê bajarê Seqizê û bi alikariya nawenda wêjeyî a Çira li nawenda vê encumenê di kolana “Sedî”a bajarê Pîranşehrê birêve diçe.

\"10933.jpg\"
Endamê nawenda Çira got: şeve helbesta han zêdetir jibo handan û nasandina ciwanan bi helbest û wêjeya Kurdî û her wisa rêz girtin ji helbestvanên Kurd birêve diçe.

Ev Ciwîne li demjimêr 2 heya 5’ê êwarîya roja Yekşem berwar 3’ê Şibat a 2013’an bi pişikdariya wilatiyên aligirê helbest û wêjeya Kurdî dest bi karên xwe dike.

Berê jî biryar bû rê û resmek “Şeva Helbesta Ciwanan” bi alikariya nawenda wêjeyî a “Çira” û bi pişkdariya hejimarek ji helbestvan û wêje zanê Kurd li bajarê Pîranşehrê dest bikar bibe,lê seva sir û seqemê jibo heyamek nediyar hate paş xistin.