Civîna navnetweî ya gola Urmiyê destpêkir

14:39 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: li bajarê Urmiyê, bi amadebûna cîgirê serokkomarê Êranê, korbenda navnetewî ya gola Urmiyê destpêkir.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê Roja yekşemîyê bi amadebûna cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê , Muhemed Riza Rehîmî û pispor û şarazayên barê jîngehê yên Îranî û biyanî, bi hinceta nirxandina rewşa xirab ya Gola Urmiyê û peydakirina çereseriyekê bo wê qeyranê , civînek navnetewî hate lidarxistin.

Di civînê de 70 gotarên Îranîyan û 15 gotarên biyanî hatin xwandin û armanca civînê jî nasandina gola Urmiyê û metirsiyên hişkbûna wê golê bû.

Gola Urmiyê mezintirîn gola navxweyî a Îranê û duyemîn gola sûr (şor) a cîhanê ye. Gola han li bakurê rojavayê Îranê de hilketiye, bi awayekê ku sînorê rojhelatê Kurdistanê ji hêla talog a gola Urmiyê re derbas dibe. Herweha piraniya bajarên kurdakincî ên Kurdistana Îranê cîranê vê behrê ne.Bajarên weke Selmas, Urmiye, Pîranşehr, Şino, Nexede, Mehabad û Miyanduav dikevine rojava û başûrê rojavaya vê golê. Nemaze beşa herî zaf a ava behra Urmiyê ji rûbarên Kurdistanê weke: Cexetû, Tetehû, Gader, rûbarê Mehabadê, Nazlû, Berandêz, Şeher çay û Zolaçay pêk tê.