Civata “Kurdmanc” seva Gola Urmiye daxuyaniyek da

17:22 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: îro roja 1’ê gelawêjê Civata Çandî-Wêjeyî a Kurdmanc seva Gola Urmiye daxuyaniyek belav kir.

Pêka Rapora Nûçegihanê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, seva pirsgirêka Gola Urmiye, Civata Kurmanc li wî bajarî daxuyaniyek da ku ev daxuyanî bi destê Kurdpa gihîştiye bi wî awayî ye:

Xurtên bi Rûmete Kurd!
Xwendekarên hêja!


Welatê me, Kurdistan bi sedan salan in ku ketiye bin siya reşe neyaran de. Li serdema sefeviyan ve heya niha me bi belengazî derbas kiriye. Ew kîjan Malbatên Kurdan in ku li ber destên neyaran hesiyabin. Dîrok dide kifşê ku bi awayên cor bi cor her desthilatek ku bi ser me de zal bûye, tev tekoşîna xwe daye holê da ku em weke netewe nemînin û bûna me were winda kirin û seva viyua jî em ketine ber zaf Operasyonên dijî Mirovîtiyê. Dixwazin dîroka me û bajar û gundên me û Suruştê balkêşe Kurdistanê kawil be, bilanê me cih û warek nemîne heya em jê re xebatê bikin lê her timî xwe li hemberî meşa bi Hêze Kurdan dîtine.

Îro jî basa viya derketiye holê ku ev biryara dayina budceya ji bo nojenkirin an ku pêşgirîkirin li kawilbûna Gola urmiye ku ji aliyê Serokkamar ve hatibû pejirandin, nayê dayin.

Gola Urmiye bi hêsrên xwe ew qasî Lorand, heya ava vî hişk bû. Dîsa giriya heya li dewsa Rondikan, xwîna Sor jê rijiya.

Em weke “Civata Çandî Wêjeyiya Kurmanc” a Zanîngehên Urmiye, li ser wî bawerî ne ku desthilat xwe naxwaze Suruştê Kurdistanê weke berê bimîne û li zû ve ye ku bername jê re hatiye darêtin bila dîmenên balkêşe Kurdistanê werin li nav çon.

Em bi navê Xwendekarên Kurd li Zanîngehên Urmiye, piştgiriya xwe ji bo her Civînek nerazîtî û her wisa hildana her pêngavekî di pêxema çareseriya wê astengê ji Cendekê Welat re nîşan didin û dîsa dujminan haydar dikin ku bi siyasetên reş, îdî nikare gel biçewsîne. Gel diteyise û serî didanê ji bona welat. Gel dikoşe heya rojek were û bi keda xotrên Rizgarîxwaze xwe li xwe xwedî derkeve.