Civata Kesk ya Çiya a Merîwanê li dijî avakirina palavtingehê li Merîwanê derket

20:49 - 19 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Civata Kesk ya Çiya a Merîwanê ku nawendeke jînge parêze, bi weşandina daxûyaniyekî dijatiya xwe li hemberî avakirina palavtingehekê li derdora gola Zirêbarê anî ziman û di vê derheqê de hoşdarî da.

Daxûyaniya vê nawenda jînge parêzî dibêje ku, Îran di ciheke hişik ya cîhanê de hilketiye, lewra hebûna zincîre çiyayên Zagrosê û qopî golên avê xwezaya Îranê pêk tînin, lewra parastina wan erkê ser milê meye, jibe ku hekê ber bi jinavaçûnê ve herin, jareke din vejiyana wan ne mumkine.

Di beşek din ya daxûyaniyê de hatiye ku, gola Zirêbar gelek caran bûye armanaca kesên berjewendîxwaz û her roj birînekî dixin ser cesteyê wî.

Daxoyanî herweha dide zanîn ku, rayedar û karbidestên rejîmê rejîmê di cihê parastin û bidûreçûn bona tomarkirina Zirêbarê di Konwansyona Ramserê de, niha bi fermî di ragehandinan de soza avakirina palavtingeheke petrolê di 2 km Zirêbarê û li “Deşta Bîlo”yê didin.

Civata Kesk ya Çiya a Merîwanê di beşek din ya daxûyaniya xwe de eşkere dike ku, avakirina palavtingeha patrolê li jêr navê geşepêdan û çêkiririna derfetên kar û kêmkirina hatin û çûyîna tankêrên hilgirê petrolê, heman sozên derevîn yên berê ne, lewra em weke Civata Kesk ya Çiya a Merîwanê, bi tu awayekî rêya avakirina pirojeyên han nadin ku Zirêbarê ji me têk bide.