Civanro / pewimiya trafik, canê werzişwanik Kurd jê sitand

12:24 - 17 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: werzişwanik ciwan yê Kurd, ji xelkê şarê Civanro, li sedem qewimiya trafîkê, canê xwe ji dets da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Sebah Mîrzayî, kurê Mehmûd, ji xelkê şarê Civanro, roja Şemî, 26ê rêbendan(15 February 2014), li qewimiyik trafîkê de canê xwe ji dest da.

\"18379.jpg\"
Sebah Mîrzayî, werzişwanê Kurd ji xelkê şarê Civanro, li qewimiyik trafîkê de canê xwe ji dest da
Ev werzişwanê Kurd ji xelkê şarê Civanro, xwendekarê zanîngeha şarê Sinê bû û li midê temenê werzişiya xwede li çendîn kêbirkêyên sporta Têkwando de, serketin bi dest anîn.

Sebah Mîrzayî, sala 1390 de li kêbirkêyên parêzgeha Kirmanşan de li asta 55 Kg de midala zêr bo xwe bi dest anî.

Pitira xebatkarên aliyê sportê de ew awir hene ku, werzişwanên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de bi enqest ji alyê ciyên girêdayê bi wan de tên pişguh havêtin û serweyî hindê ku serketinên wan li kêbirkêyên werzişî de, çi awirik bi wan nakin, lema werzişwanên Kurd bi nenasî her dimînim.

Ji aliyik din de, berpirsên sportê, çi giringiyik bi berev kirina komfortên sportê nadin û werzişwan bi dirafê berîka xwe û li dujwartirîn rewş de xwe bo kêbirkêyan amade dikin û pişkdarê kêbirkêyan dibin.

Ew jî li demik deye ku , her bi vê frmê jî li dema pişkdarî kirina wan li kêbirkêyên giştî welat de lemper û astengan bo wan tînin pê.
\"18381.jpg\"