Civaka Navdewletî, qirkirina welatiyan li “Tirîsme”a Sûrmiye mehkûm dike

16:22 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: çendîn welatan, kuştina welatiyan ji aliyê Hêzên Ewlehiye Beşar Esed ve mehkûm kirin.

Ban Kî Mon, Sekreterê giştî ê Saziya Neteweyên Hevgirtî, Birîtanya û Firansayê êrîşa ser welatiyan ku di encam de 200 kes qurbanî bûn, mehkûm kirin.

Her wisa Hîlarî Klînton, Wezîra Derveya Amerîkayê, ev kuştar mehkûm kir û got ku bername jê wê kuştarê re hatiye dariştin û armancdar bûye.

Li roja eynî, 23’ê pûşperê, 200 kes li Tirîsme a Hemayê bûn qurbaniyê êrîşa mûşekên Bşar Esed.

Li gor zanyariyan, hijmarek zaf ji welatiyan bi sedema Bordûmana han û hin kes jî bi egera teqeya rasterasta Hêzên Beşar Esed, jiyana xwe ji dest dane.