Cihgîrkirina hêzên taybet di nav bajarê Sine de

19:55 - 3 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îranê hêzên taybet yên întizamî di nav cihên giştî yên bajarê Sine de, bi awayekî berifireh cihgîr kirine.

Li gorî raporta gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çaşemî 11`ê Rezberê (3`ê Çirîiya Pêşîn) hêzên taybet yên întizamî di nav bajar de cihgîr bûne.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, hêzên taybet yên întizamî, li ser şeqam û qadên serekî yên bajarê Sine û cihên giştî yên bajêr de cigîhir bûne.

Vê çavkaniya agehdar ev yeka jî zêde kiriye ku: Hêzên taybet yên întizamî bi qasî 2 metroyan ji yektir dor cihgîr bûne, û heya niha sedema cihîgrbûna wan hêzan di nav bajar de zelal nebûye.

Heriwsa roja Duşemî 9`ê Rezberê, (1`ê Çirîiya Pêşîn) Spaha Pasdaran çekên giran yên wekî, katûşa û tank bo deverên sînorî yên bajarê Urmiyê vediguhaze, û armanca vê hewl û “milîtarîzekirina Kurdistan û berevanîkirin li hemberî çalakiyên partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmea Îranê, hatiye ragehand.

Rojane hevwelatiyên Kurd di bajarên cuda yên Kurdistanê de, şahîdê, veguhazitina çekên giran bo sînorên hevpar yên di navbera Kurdistana Îranê û Herêma Kurdistana Îraqê de, ji aliyê Spaha Pasdaranê ne.

Di heyama hatina ser kar a hikûmeta Îranê heya niha dîtingeha hikûmetê derheq Kurdistanê de dîtingeheke “ewlehî” bûye.