Cîgirê Wezîrê Pêşmerge: Bexda îtiraf bi hebûna Kurd û sînorê Kurdistanê nake

12:35 - 2 Şibat 2012
Kurdpa: Enwer Hacî Osman Cîgirê Wezîrê Pêşmerge raginad ku kêmbûna berpirsên Kurd li nav refên Sipaha Iraqê vediger bo sedemên siyasî û heta Bexda jî itiraf bi bûna Kurdan nake.

Malpera Xendan li ser zimanê Enwer Hacî Osman herwiha ragibnad: \"Pişka Kurd li nav pêkhata Sipaha Iraqê ne li astên bilind de ye û diviya Kurd jî weke neteweyek xwedî rol be li nav refên Sipaha Iraqê de.

Li gor yasaya bingehîn diviya jimara Kurdan li nav Sipahê de ji sedî 20 be û Hacî Osman dibêje: \"ger Bexda îtiraf bi bûna me neke, em neçar in cudabûna xwe ji Iraqê rabigehînin.\"