Cîgirê parêzgarê Urmiyê gef li Kurdisanê kirin
18:30 - 8 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: karbidestên Hikûmeta Îslamiya Îranê li parêzgeha Urmiyê ku heya niha hember bûyera diltezîn a mirina keça ciwan a Mehabadî (Ferînaz Xusrowanî), bêdengî îxtiyra kiribûn, şûna çareser kirina pirsgirêkan de, gefan li hemewatiyên kurd dixwin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Radifer cîgirê siyasî, civakî û ewlekarî yê parêzgarê Urmiyê di civîneke rojnamevanî de ku îro înê danê sibehê birê ve çû, destdirêjiya cinsî li keça Kurd ya ku bi neçarî xwe otela Tara ya Mehabadî avîtibû û dawi bi jiyanê anîbû, derewand û gotinên bê esas li ser vê bûyerê bo xelitanidina raya giştî belav kirin.
Herwiha navbirî di beşek ji gotinên xwe de, hêzên leşkerî yên Îranê bi kesên bi sebir û hewsele binav kir. Wî tevî derew derxistina kuştin û birîndarkirina hemwelatiyan, birîndarbûna hêzên leşkerî piştrast kir.
Ew gotinên wî berpirsê hikûmetî di demekê de ne ku gorî raporên gihîştî berdest ajansa nûçegihaniya kurdpa, duh di xwepêşandanên nerazîbûnê de, şer û pevçûan navbera hêzên leşkerî û hemwelatiyên Mehabadî de derket holê; çend kes birînbdar bûn û nûçeyên piştrasnekrî derbareya kuştina welatiyeke de jî hatin bihîstin.
Radifer di beşeke din ji axaftinên xwe de, ew xwepêşandan û nerazîbûna hemwelatiyan bi piştigiriya girûpên opozosiyon ên dijî hikûşmeta Îslamiya Îranê û herwiha destekirina navendên ragihandinê yên dejberê wê hikûmerê re elaqedar kir û wiha pêdea çû: Hejmarek malperên Înternetî û rûpelên li ser torên civakî ku girêdayî partiyên opozozsyon yên qoşoyî Îranê ne, nûçeyên derwe diweşîn in.
Wî berpirsê hikûmetî herwiha xwekuştina bi neçar a Ferînaz Xusrowanî derewand û ew nûçeyên ku li ser wê bûyerê tên weşandin jî, têkildarî pariyên Kurdî yên siyasî, nemaze Komele û Demokirat da zanîn.
Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya bi rêberiya Qazî Mihemd a sala 1946`an, duh cihê xwepêşandana nerazîbûnê hember mirina bi guman ya keça ciwan a bi navê Ferînaz Xosrowanî bû.
Encama xwepêşandanê bi şer û pevçûnan bi dawî bû û wê yekê jî bertekên tund yên hemwelatiyên Kurd û xeynî Kurd li bakûr, başûr û Rojavê Kurdstamê, herweiha derveyî Kurdistatnê; li ewropa jî bi pey xwe hişt. Çalakiyên nerazî bûnê heya dema veşandina wê nûçeyê jî dom dikin.