Cigarekêş bixwînin û bizanibin!

13:56 - 2 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Salane 450 milyard Tûmen li beşa madî a cixarê de tê mizaxtin ku ji sedî 55 a vî xercî ji rêya qaçax ve tê bidest xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, niha 5 milyon û 300 hezar kes li welatê Îranê cixarê dikişînin ku ew nifûse li salekî de 10 hezar milyar tûmen pere agir pê dixin.

Xeraca cigarê li Filistin sedî 83, Tûnês sedî 78, Urdon sedî 77, Mêsi sedî 73 hatiye destnîşan kirin.

dewleta Rûhanî dixza ku bacxistin (maliyat) a li ser cixarê herî kêm sedî 10 bê zêde kirin ku di eger cî bi cî bûna vê xwestekê de, (bi gotina cîgirê wezêrê leşsaxî ê hikûmeta Îranê), sedî 8 ji kişandinê cigarê tê kêm kirin.

Gorî raportên ku beriya niha bi midetekî hatibûn ber dest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, gelaleya dewletê bo bûdçeya sala 2015’an (1394’an a Rojî) ji aliyê parlamentoya Îranê ve hat îbtal (veto) kirin ku hindik berpersên hikûmî, qaçaxkirina cigarê sedma sereka ya vê kiryara dewletê dizanin.

Ew kiryara dewleta Rûhanî di demekê de pêkhat ku Saziya Tendurustî a cîhanî (WHO) sala pêşiya me bi sala zêdekirina bacxistin (maliyat) li ser cixarê bi nav kiriye.

Her wisa berpirsê Kumisiyona Tendurustî û Dermanî li parlamentoya Îranê jî, îbtalkirina zêdebûna bacxistin li ser cigarê pişrtrast nekir û nûçegihanan re got : Ne tenê bacxistina li ser cigarê nayê kêm kirin belkî hemu cigarefiraşan jî bi xwe digre ku mimkin e bacxistin li ser cigarê bo dabînkirina bûdça sala pêşiya me 4 qat jî bê zêdekirin.

Encûmena Zanistaî a kansêra Îranê, cigarê wek sedema sereke a penceşêrê binav dike û pisporekî tendurustiyê jî dibêje: Belkî cixare bi awayekî demkî hindik pirgirêkên xemokiyê kêm bike! lê her lêgel vê aramiyê, 200 sem û nexweşiyan dixe nav leşê mirovan.

Bi gotina cîgirê wezîrê tendurustî ê dewleta Rûhanî, salane 50 hezar kes ji rêya kişandina cigarê ve jiyana xwe winda dikin.

Niha 121 welatên cîhanê li nan wan welatan dene ku herî zêde cigarê dikişînin. Di nav wan welatane de Îran li pileya 67’em de cih digre.