Cezayê 6 sal hepsa te`izîrî ya çalakvanekî medenî di dadgeha pêdaçûnê de hate kêmkirin

17:06 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Cezayê 6 sal hepsa te`izîrî yê çalakvanekî medenî yê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê, di dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê de, salek li cezayê wî hate kêmkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê, cezayê 6 sal hepsa te`izîrî yê “Arman Xefûrî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê salek li ceza wî  hate kêmkirin.

Ew cezaye bi awayekî devkî bi parêzgarê wî çalakvanê medenî re hatiye ragihandin, û dibe di heyama rojên bê de “Arman Xefûrî” xwe bi beşa birêvebirina tawanên dadgeha Merîwanê bide naskirin.

Ew çalakvanê jîngeparêz, 8`ê Gelawêja sala 1397`an, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û li heyama 5 mehan di girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran de bû.

Arman Xefûrî her li rêketa 19`ê Sermaweza wî salî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin, û her di Befranbara wî salî de, ji aliyê dadgeha şoreş ya bajarê Merîwanê ve bi 6 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Herwisa ew çalakvanê medenî ji aliyê taya 102 ya dadgeha keyferî ya bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “têkdana nezma giştî ji rêya beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyên piştevanî li Efrînê” bi 6 sal hepsa te`izîrî û lêdana 20 derbe qamçî hatibû cezadan.