Cezaya îdamkirina sê girtiyên di gitîgeha Urmiyê de hate cîbicîkirin

18:10 - 2 Tebax 2021

Sibêdeha roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, cezaya îdamkirina sê girtiyan ên bi navên “Sipêhr Ebasnijad”, kurê Behmen, xelkê gundê “Tuleke” ê ser bi devera Tirgewer ya bajarê Urmiyê, “Eskender Zar`i”, kurê Îbrahîm, xelkê gundê “Zindeşt” ê ser bi bajarê Selmasê û “Hemze Rizayî”, kurê Riza û xelkê gundê “Qesirk” ê ser bi bajarê Selmasê, di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, ew sê girtiyane bo cîbicîkirina cezaya îdamkirina xwe bo odeyên takekesîn hatibûne veguhastin.

Herwisa ev berê jî bi tohmeta “tawana madên hişber” ji aliyê dezgeha qezayî ve bi îdamkirinê hatibûne cezakirin.

Heya niha nûçeya îdamkirina wan sê welatiyan ji aliyê çavkaniyên fermî û mediyayên navxweyê Îranê ve, nehatiye ragihandin.