Cezaya îdama hemwelatiyekî Kurd li Bajarê “Reşt”ê hate cîbicîkirin

21:31 - 7 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Bi îdamkirina hemwelatiyekî Kurd ê xelkê Bokanê li Bakûrê Îranê, hejmara kesên îdamkirî di sala 2017’an de gehîş 15 kesî.

Li gorî nûçeya gehiştî Ajansa Kurdpa yê, di nivîiya vê heyvê de hemwelatiyekî bajarê Bokanê bi navê “Mihemmed Zêberdest” kurê Rahman, di girtîgeha nawendî a bajarê Raştê de hate bidarvekirin.

Mihemmed Zêberdest 5 salan berî niha bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber bi cezaya Îdamê hatibû mehkûmkirin.

\"\"Malpera Mafê Mirovan a Îranê di raporekî de ragehand ku, Mihemmed xelkê gundê “Eliyava” a ser bi bajarê Bokanê bû ku digel babê xwe parêzerê deriyê xwendingeha “Se’dî” li bajarê Reştê bûn.

Tê texmînkirin ku hejmarek din ji hemwelatiyên Îranê digel Mihemed Zêberdest di girtîgeha “Lakan” a bajarê Reştê de hatibin bidarvekirin, lê heya niha ragehandinên hikûmetî tu nûçeyek di vê derheqê de belav nekirine.

Li gorî amara tomarkirî ji aliyê Ajansa Kurdpa yê ve, di sala 2016’an de bi aliyê kêm ve 90 hemwelatiyên Kurd di 10 girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi tawanên curbicur hatine bidarvekirin.