Cezaya girtiyê jîngehparêzekî di dadgeha pêdaçûnê de hate kêmkirin

17:55 - 27 Îlon 2020

Cezaya 6 sal ya girtiyekî jîngehparêziyê Kurd yê bi navê “Sabir Qadirî” xelkê “Dêwulan”, di taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de, bo 3 sal heps hate kêmkirin.

Ew cezaya dedgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê di heyama rojên derbasbûyî de bi wî çalakvanê re hatiye ragihandin.

“Sabir Qadirî” endamê “Komeleya Şeyda ya Kesik a Leylax”ê û di meha Cozerdana îsal ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “endambûn di yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa te`izîrî û bi tohmeta “piropagende dijî nîzamê” bi salekê heps hatibû cezadan.

Roja Çarşemî 12`ê Xermananê, kombûna dadgeha pêdaçûnê ya taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Mistefa Teyarî” bi rê ve çû û cezaya 5 sal hepsa navbirî ku bi tohmeta “endambûn di yek ji Partiyên Kurd de” bi 28 meh heps û cezaya salekê heps bi tohmeta piropagende dijî nizamê bi 8 mehan hate kêmkirin û li gor yasaya xirkirina cezayan, cezaya 28 meh hepsa wî jîngeparêzê dibê bê cîbicîkirin. 

“Sabir Qadirî” roja Duşemî 18`ê Sermaweza sala 1398`an, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştî 3 meh ji binçavkirina wî bi danîna barimteya 200 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.