Cezaya girtîgehê bi ser “Seîd Fethînijad” de hate sepandin

18:28 - 11 Îlon 2021

Dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Fethînijad”, temen 28 salî û kurê Elî, bi 4 sal û 3 meh girtîgeh ceza kir.

Ew welatiye bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 3 sal û 7 meh girtîgeh, herwisa bi tohmeta “derbazbûn ji sînor bi awayeke ne yasayî”, bi 8 meh girtîgehê hatiye cezakirin.

Ew cezaya li destpêka meha Xermanana îsal bi ser navbirî de hatiye sepandin.

Herwisa ew welatiye li roja Çarşemî 26`ê Cozerdanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

“Seîd Fethînijad” li heyama binçavkirinê de li “destpiraghîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin û heya niha jî di girtîgeha bajarê Mihabadê de ye.