Cezaya çalakvanek mezhebî hate kemkirin

18:30 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Cezaya salek hepsa te`izîrî ya çalakvanekî mezhebî yê bi navê “Silêman Xêredest”, temen 43 sal û xelkê gundê “Daşbend” ya ser bi bajarê Bokanê bo 9 meh hate kêmkirin.

Ew çalakvanê mezhebî 5 meh pêş niha de bi bê hebûna belgeya yasasî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo heyama 52 rojan di girtîgeha îdareya Îtilaat a Urmiyê di jêr lêkolînê de bû û piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin û piştre bi danana barmteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

Mehek beriya niha ew çalakvanê mezhebî ji aliyê taya 2 a dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê ve bi serokayetiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “Piropagende li dijî nizamê di berjewendiyên girûpên mezhebî” bi salek hepsa te`zîrî hate cezadan.

Ew çalakvanê mezhebî bo cîbicîkirina cezaya hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.