Cezaya 2 welatiyên bajarê Şinoyê li dadgeha pêdaçûnê de hate piştrastkirin

17:47 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Cezaya girtina du welatiyên Kurd yên binavên “Rehîm Refetî” kurê “Mihemed” û “Rehman Tabiş” kurê “Murad” xelkê bajarê “Şino”yê, di dadgeha pêdaşûna bajarê Urmiyê hate piştrastkirin.

Ew 2 ewlatiyên Kurd ji aliyê dadgeha binav şoreşa bajarê Şinoyê bi tohmeta “endambûn di yek ji partên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê û teblîx bi dijî nîzamê” bi 3 sal û 7 mehan girtin û bi tohmeta “Pêywendî digel yek ji Partên kurdî bi 8 meh giritinê hatine cezadan.

Ew 2 welatî roja Yekşemî 15ê Pûşpera Îsal, bi bê hebûna belgeya yasayî bi tohmeta “hevkarî digel yek ji Partên Kurdî yên Opozîsyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzê ewlehî vê hatine binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Ew du welatî, meha Rezbera Îsal piştî dawî hatina lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatine serbestkirin.