Ceyş El-Îslamê bi çeka kîmyayî li Kurdan xist

16:27 - 9 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Girûpa terorîstî ya Ceyş El-Îslamê di daxûyaniyekê de ragehand ku, bi çeka kîmyayî, texa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê topbaran kiriye.

Ceyş El-Îslamê di daxûyaniya xwe de ragehand ku, çekdarên wan liser biryara fermandarê meydanî ya hêzên xwe, bi çeka kîmyayî taxa Şêx Meqsûd, ku akinciyên wê Kurd in, topbaran kirine û, di hember de jî wan fermandarê ku biryara bikaranîna gaza qedexekirî daye, daye destê dadgeha leşkirî.

Daxûyanî tekezê dike ku, dema ku wan êrîş biriye ser şervanên “Yekîneyên Parastina gel” fermandarê hêzên wan yê Helebê, biryara bikaranîna çeka kîmyayî daye.

Lewra di hember de jî Ceyş El-Îslamê biryar daye ku fermandarê xwe seba bikaranîna çeka kîmyayî bide Dadgeha Leşkirî.

Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên bajarê Helebê ye ku akinciyên vê Kurd in û ji aliyê şervanên “YPG”ê vê tê birêvebirin, lê eva heyameke ku bi xestî ji aliyê girûpên Îslamî û terorîst, ên weke Ceyş El-Îslamê ve tê topbarankirin û di encam de heya niha bi deha jin û zarok û xelkên sivîl hatine kuştin.