Cewad Yûsifî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

18:12 - 2 Tebax 2021

Roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, girtiyekî Olî ê bi navê “Cewad Yûsifî” ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, hate azadkirin.

Roja Çarşemî 12`ê Cozerdana îsal, ew girtiyê Olî hatibû murexesiyê.

“Cewad Yûsifî”, 23`ê Rezbera sala 1395`an li dema wegerîn ji rêvingtiyê, li rêya Mihabad-Urmiye, bi tohmeta “çalakiyên Olî û piropagende”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo heyama 45 roj li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê lêpirsîn digel wî hatibû kirin.

Ew girtiyê Olî, piştre li taya 10 a lêpirsa dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê tawana wî nehatibû diyarîkirin û bi “endambûn digel girûpa Ensar El-îslam”, hatibû cezadan.

Ew girtiyê Sunemezheb, li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadwer “Şêxlû”, bi 10 sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan ku piştî nerizayetî nîşandan bi cezaya dadgeha destpêkî, cezaya wî girtiyê li taya 13 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadwer “Elîpûr”, ji 10 sal girtîgeha te`izîrî ve bo 7 sal girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.