Çerem kolberê Kurd jî îsal bi sirê canê xwe ji dest da

20:47 - 15 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê bajarê Selmasê bi sedema sirêbirinê li ser sînorê vî bajarî canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemiyê 22`ê Befranbarê kolberekî Kurd bi navê Eyûb Emînî kurê Mihemed, xelkê gundê Deşwan a Selmasê bi sirê jiyana xwe ji dest da.

Eva çerem kolberê Kurd e ku îsal bi sirê canê xwe ji dest dide. Eyûb Emînî jin û zarokên wî hene.

Digel destpêkirina sir û seqemê, sê kolberên din bi navên Yûsif (zanyar) Mihemedî esil xelkê Pîranşarê, û Zanyar Ezîzzade, kurê Silêman xelkê Pîranşarê, û Muzefer Husênî temen 35 salî kurê Elî xelkê Gîsyan a Migewer a Urmiyê, di dema kolberiyê de bi sedema sir û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Herweha kolberekî din ê Kurd bi navê Cewad Gulabî temen 35 salî û xelkê gundê Melûne a navçeya Soma-Biradost a Urmiyê di dema hatina reniyê de canê xwe ji dest da.