Cerdevanek Li bajarê Banê hat Kuştin

14:13 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Endamek Sipaha Pasdarên Îranê li bajarê Banê bi destê kesên nenas kirî hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, berwar 14’ê Nîsana 2013’an endamek Sipaha Pasdarên Îranê û Cerdevanê naskirî yê herêmê binavê “Omer Xidirî” naskirî bi “Omer Dirêj” kurê Mihemed Ezîzz û xelkê gundê “Quliyawa”di encama teqeya kes yan kesên nenas kirî li bajarê Banê hat birîndar kirin û piştî veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Sinê seva karîgerbûna birînan canê xwe ji dest da.

heta dema bilav bûna vê nûçeyê , tu kes li ser vê bûyerê nehatiye girtin.

bi gotina xelkê herêma Banê, navbirî yek ji cerdevanê naskirî yê hêzên Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê bûye û di heyamê çend salên bihûrî de destek mezin di kuştin û girtin û azara xelkê herêmê de hebûye.