Çend weşanxane ji beşdariya li pêşangeha pirtûkan hatin bêparkirin

13:16 - 3 Gulan 2012
Kurdpa: Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên Îranê, berevajiyê îdiaya cihgirê Wezareta Îrşada Îranê ne tenê weşanxaneya “Çişme” belkû çend weşanxaneyên din jî li beşadariya li pêşangehên kitêbên Tehranê de hatin bêparkirin.


\"4390.jpg\"

Li gorî zanyariyan pêştir Behmen Dorî Cihgirê warê çand û geşepêdana Îslamî û berpirsê 25’emîn gera pêşangeha pirtûkan de ragehandibû, ku cuda ji weşanxaneya “Çişme” tev weşanxaneyên din îzna beşdariya li pêşangehan de hene.

Ê piştî vekirina pêşangeha pirtûkan derket ku ji bilî weşanxaneya pirtûkan a Çişme, çendîn weşanxaneyên din jî ji beşdarîkirina di pêşangeha pirtûkan hatin bêpar kirin.