Çend miratên menewî ên Kurdan,çûne rêza asewarên Netewî ên Îranê

13:40 - 26 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hejimarek ji mîratên menewî ên Kurdên Îranê çûne rêza asewarên netewayî ên Îranê û wek mîratên menewî hatin tomar kirin.

Îdareya Mîrata Koltorî ,karê destan û geryana Îranê li heftemîn rûniştina encumena tomar kirina mîrata menwî li bajarê Şahrûd,ê 270 berhem ji 300 berhemên ku hatibûne pêşkeş kirin wek mîrata menewî tomar kirin.

li gorî rapora malpera “Xeber Anlayn”hejimarek ji asewarên herêma Kurdistana Îranê wek:

1-rê û resma Bûka Baranê li parêzgeha Sinê
2-rê û resma birêve çûna Newrozê li gundê “Dêvezinav”a herêma Hewramanê,Sitrana Siyaçemane,Erxewan û çêkirina Pesek li parêzgeha Sinê.

3-Solên ku bi dest tên çêkirin û taybetin bi Jinan,çawaniya çêkirina nanê birincî,yaxê xomalî ê herêma Kirmaşanê,nan Sacî,çêkirina zirina û tembûrêli herêma Kirmaşanê.

4-helbestên Sê Xiştî ên Kurdên Xorasanê ji aliyê Gulê Şadkam li parêzgeha Xorasana Bakûr
5-çawaniya çêkirina reşmalên koçerên Îlamê li parêzgeha Îlamê.

sala 2003an Konwansiyona Mîrata Koltorî û hêmayên mirovan seba parastina Ol, edet, cêjin û rê û resmên herêmên cûda cûda ên cîhanê hat pejirandin.

heya niha 120berhem ji aliyê Yunsko wek Mîrat a Menewî a netewên cîhanê hatine tomar kirin ku ji wan 10 asewar li Îranê bûne û div ê pêywendiyê de çi hewlek seba tomar kirina assewarên herêma Kurdistana Îranê nehatiye dan.