Cenazeyê nîvîskar Ehmed Qazî sipartin axê
                    
                    14:42 - 9 Hezîran 2015
                
            Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku nivîskar û rojnamevanê binavûdengê Kurd Ehemd Qazî, li Tehrana Paytextê Îranê çû ber dilovaniya Xwedê, duh cenazeyê wî li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê, teslîmî erdê kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 8`ê hezîranê, cenazeyê Ehmed Qazî wêjezan û nivîskarê navdarê Kurd, li guristana “Sipî” a Mahabadê bi beşdariya hejmarek zor ji şêniyên deverê di rê û resmekê de sipartin axê.
Beriya veşartina cenazeyê wî nivîskarê Kurd, destpêkê carekê dora meydana çarçira (cihê Qazî Mihemed li wir hatî daliqandin) gerandin û bi dûre ew ber bi mala dawî ve birê kirin.
Ehmed Qazî nivîskar, wergêr û helbestvanê Kurd, roja yekşemî 7`ê hezîranê, bi sedema nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke bajarê Tehranê dawî bi jiyanê anî.
Navborî xwedî zêdetir ji 20 berhemên nivîskî û wergerandî bû.