Celteya Mêjî li Talabanî xist

12:46 - 19 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: dûh danê êwarî,Celal Serokkomarê Îraq Celal tuşî Celteya Mejî bû.Talabanî niha li nexweşxaneyeke Bexdayê din bin kontroleke dijwar de ye.

Serokê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî di rewşekî xirab de jîyane dibe ser.

Serokwezîrê Iraqê li nexweşxaneyê serdana wî kiriye.Talabanî 79 salî ye û tendurustiya wî, ev demeke dirêj bû gelekî xerab bû.

Seedî Pîre got, Talabanî li nexweşxaneyê ye, lê belê rewşa wî ne xeter e.
Li aliyê din berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Sefin Dizeyî got serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seet bi seet li rewşa Talabanî dipirsin û meraq dikin.

Bepirsiyarekî bilnid yê YNK got ku rewşa serokê Iraqê Celal Talabanî ne xeter e.