Çelîk: Tiştên Ku BDP Dixwaze Em Bi Tenê Nikarin Bikin

16:28 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Cigirê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Hûseyîn Çelîk beşdarî bernameya “siyaseta rast” bû.

Alîkarê serokê giştî yê Ak Partiyê Hûseyîn Çelîk di destpêkirina bernameyê de bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi kurdî dawî kir.
Çelîk ewil derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî û diyar kir ku li Tûrkiyeyê ev 6 meh in xwîn narêje lê hin kes dixwazin ku pêvajo negihêje serkeftî yê.
Hûseyîn Çelîk bûyera li Cîzreyê ya ku di rojeva Tûrkiyeyê de demek zêde cîh girtîbû, di serî de derheqê bûyerên li herêmê yên ku di rojên dawî de pêk hatine de jî wiha got:
Û bûyera Lîceyê. Hûseyîn Çelîk anî ziman ku bi bûyera Lîceyê xwestin ku pêvajoya çareseriyê sabote bikin.
Îddîaya çêkirina qereqolên nû jî ji Çelîk re hat pirsin. Çelîk bilêv kir ku ji bo çêkirina qereqolan me soz nedaye tu kesî û em ji tu kesî jî destur naxwezin.
Çelîk derbarê bûyera Lîceyê de ji bo peyamên eqliselimiyê ji hevserokên BDPê re jî spas kir.
Rapora mirovên aqilmendan jî ji Çelîk re hat pirsin û çelîk diyar kir bi wan raporan ve daxwazên gele me hatine tespit kirin.
Hûseyîn ÇElîk derbarê perwrdehiya zaminê dayîkê de diyar kir ku divê gav bi gav pêşve biçe, tutişt ji nişka ve nayê kirin.
Çelîk, protestoya “hikûmet gav biavêje” ya BDPê jî rexne kir.
Jêder: xeberenkurdi