Celal Melekşahî ji aliyê Îtilaata Îranê ve gef jê hat xwarin + gotûbêj

13:05 - 20 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îtilaat a hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine, helbestvanekî bi nav û bang ê Kurd bo wê Îdareyê gazî kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Celal Melekşahî helbestvanê navdar ê kurd, bi sedema xwendina helbest bo Kobanê, ji aliyê hêzên ewlekar ên hikûmeta Îranê ve, gef jê hatin xwarin.

Celal Melekşahî di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi piştraskirina vê nûçeyê, ragihand: Hêzên Îtilaat a hikûmeta Îranê tevî gefxwarina, bi min re gotin: “Te mafê vê hindê nine ku tu helbestan derheq Kobanê û DAÎŞ’ê de binvîsî û wan bi nivîskî xwstin soz ji min werbigrin”.

Wî helbestvanî Kurd got: “Min sozname (teehod) a han nepejiran û bi wan re got ku ez helbestvan im û ezê hestên xwe bi helbestan bînim ziman, çi dibe bila bibe”.

\"23243.jpg\"
(Zireyî zincîrî wuşe dîlekan)ji berhemên here bi nav bang ê Celal Melekşahî ye
Di dirêjeya gotinê xwe de wî helbesvanê navdar ê Kurd, îşare bi vê hindê kir: “Hêzên ewlekar ên hikûmeta Îranê gef ji min xwerin ku ez nikarim tev tu kenalên esmanî ên derveyî welat pêywendî bigrim û agahiyan bi wan re bidim zanîn.

Navbirî herwisa got: “Piştî êrîşa DAÎŞ’ê li ser Kobanê, min helbestek di vê derbarê de vehûnand lê mixabin heya niha jî muhleta weşandina vê nehatiye dayîn. Wî got ku beriya niha bi her helbestekî xeynî helbesta min a Kobanê Kobanê, ji aliyê Wezareta Îrşad ve muhleta weşandinê dihate dayîn.

Pêştir jî 2 helbestvan li bajarê Sine ji aliyê hêzên Îtilaat a hikûmeta Îranê ve, di heyamê xwenîşandanên destekdan bi Konbanê de, hatibûn vexwendin.

Celal Melekşahî bi dehan helbestên evînî û destanrês ku piraniya wan di girtîgehên hikûmeta Îranê de vehandine, navê xwe di dîroka Hunera Kurdistanê de mayende kir.

Melekşahî heyamê 14 salan wek nivîskar, rojnamevan, endamê desteya nivîskaran û berpirsê pişka wêjeyî a kovara Sirwe bûye, herwiha heyamê çend sala sernivîskariya kovara Pirşîng kiribû ku li Hewlêra payîtextê Herêma Kurdistanê weşanê dike.

Berhema helbest a bi navê (Zireyî zincîrî wuşe dîlekan) ji berhemên here bi nav bang ê wî hozanbêjê kurd tê hesibandin. Piraniya şêirên Celal Melekşahî bi ser zimanên Ênglîzî, Firansî, Erebî û Rûsî hatine wergerand in.