Cehda peydakirina 3 kolberên ku bê serûşûn in, berdewam e

17:17 - 17 Kanûna Paşîn 2022

Cehda bo peydakirina wan 3 kolberên Kurd ên bi navên “Behlûl Seydanîfer” kurê Kerîm, “Barzan Mehînî” kurê Şewket û “Esed Seydanîfer” kurê Rehîm xelkên gundê “Bawa” ê girêdayê devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema hatina befirê û rabûna ba û bagerê di Geliyê “Binar”ê de bêserûşûn bûne, ji aliyê xelkê ve berdewam e.

Çavkaniyek agehdar li gundê “Bawa” di vê derheqê de bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Cehda xelkê ji du aliyê sînorê Tirkiyê û bajarê Urmiyê bo peydakirina wan 3 kolberan berdewam e û heta niha ti şûnek ji wan sê kolberan nehatiye dîtin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ji ber barîna berfê û rewşa nebaş a hewayê lêgerîna wan 3 kolberan asteng e.

Roja Pêncşemî 23ê Befranbarê, ew 3ê kolberên Kurd bi sedema hatina befrê û rabûna ba û bagerê di geliyê “Bênar”ê de bêserşûn bûne.

Ew 3 kolberên Kurd di dema zivirîna ji Tirkiyê di nava befir û bagerê de li geliyê “Bênar”ê yê ser sînorê bajarê Urmiyê û Tirkiyê bêserşûn bûne.

“Behlûl Seydanfer û Esed Seydanfer” xwediyê jin û zarokan in û Barzan Mehînî selt e.