Cêgirê serokê partîya Dad û Geşepêdan: Dostatîya Navbera Kurdistan û Turkiyeyê Garantîya Arambûna herêmê Ye

14:25 - 1 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Huseyn Çelîk Cêgirê serokê partîya Dad û Geşepêdan a Turkiyeyê (AKP), radigihîne, ku di dema niha de dostatîya di navbera Turkiye û Kurdistanê kûr bûye û ev dostatî jî aramîyeke dilxweşkir li dûv xwe anîye. 

Huseyn Çelîk cêgirê Receb Tayîb Erdoxan serokê partîya Dad û Geşepêdan a Turkiyeyê ku duh serdana herêma Kurdistanê kir û li gel rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dîdar kir, piştî dîdara xwe ya bi serokê Kurdistanê re ragihand, ku li herêma Kurdistanê girîngîyeke tewaw bi karên Turkiyeyê dihête dayîn û li Turkiyeyê jî bîrkirin bo çawanîya reftarkirin li gel dosyayên aloz hatiye guhertin.

Di beşeke din a axavtina xwe de Huseyn Çelîk got, ku bi egera têkelbûna Kurdistan û Turkiyeyê di gelek buwarên weke bazirganî, perwerdeyî û aborî de, dostatîyeke bihêz di navbera Kurdistan û Turkiyeyê de heye û ev dostatî jî garantîya aramî bo nawçeyê ye.