Çêbûna pirsgirêkan di veguhastin û hatûçûna xelkê li herêma Soma û Biradosta Urmiyê
15:37 - 29 Adar 2013

Ajansa Kurdpa: Seva kêmtirxemî û xemsariya berpirsyar û kar bidestên dewletî,veguhastina rêvîng û musafiran li bajarê Urmiyê bo herêma Soma û Biradostê tûşî pirsgirêk û astengiyan bûye.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şifêrên mînîûs ên herêma Soma û Biradostê li Urmiyê, daxwaz ji aliyên pêywendî dar kirine ku jibo nemana wan pirsgirêkan ,hin xizmetgozariyan bo wan cî bi cî bikin.
Wan Şifêran ragehandiye ku seva giran bûna nirx û qîmeta Şevata erebeyan û xirab bûna rêyên hat û çûnê , çend caran daxwaz ji Îdareya “Rêga û Ban”s Psrêxgehs Urmiyê kirine ku wan pirsgirêkan wan çareser bikin, lê heya niha tu bersivek wernegirtine.
Rewşa han li demekê deye ku welatiyên Kurd yên herêma Soma û Biradost rûbirûyê gelek astengî û girifan bûne.
Li destpêka meha Adara Îsal li rûniştinekê de Bexşdarê herêmê ragehandibû ku ewê jibo Newrozê gelek hasankariyan li hat û çûnê bo geruk û geştyaran bikin, lê haya niha ew soz nehatiye bicîh anîn.
Herêma Somayê dikeve 20 kîlomêtriya bajarê Urmiyê û pitir ji 50 hezar kes nifûsa vê ye.