Cawîd Rehman: Di Îranê de ji niviyê zêdetir girtiyên siyasî Kurd in

10:51 - 21 Şibat 2020

“Cawîd Rehman”, Raporterê Taybet ê Saziya Neteweyên Yekgirtî li Karûbarê Mafê Mirov Li Îranê, Di rapora xwe de li derheq girtiyên Îranê ragihandiye ku, Niviya hepsiyên siyasî yên ku bi tohmeta “têkdana dijî tenahiya netewî” hatine binçavkirirn Kurd in, û di heyama 8 mehên yekem a sala 2019`an de zêdetir ji 352 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.

Ew rapore li 43`emin civîna Şêvreya Mafê Mirov a Saziyên Neyteweyên Yekgirtî ku di rêketa 24`ê Fêvrîye de bi rê ve diçe, dê belav bike.

Rêketa 9`ê meha Mars, “Cawîd Rehman”, Raporterê Taybet ê Saziya Neteweyên Yekgirtî li Karûbarê Mafê Mirov li Îranê, di rapora salane ya xwe de pêşkêşê Şêvreya Mafê Mirov li Neteweyên Yekgirtî di Jinêvê de dike.

Li civîna Şêvraya Mafê Mirov li Saziya Neteweyên Yekgirtî li Jinêvê, Nûnerê Komeleya Mafê Mirov a Kurdistana Îranê-Jinêv, çend gotinek li derheq rewşa kolberan pêşkêş dike.

Komeleya Mafê Mirov a Kurdistana Îranê-Jinêv yekek ji çavkaniyên cihê bawerê ye ku raporên xwe li derheq binpêkirina mafê mirov li Îran pêşkêşê Saziya Neteweyên Yekgirtî dike.