Çavkaniyek Mezin a Gazê li Îlamê hate peyda kirin

14:09 - 8 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Meydanek mezin ku 260 milyard Fût gaz heye, li rojhilata parêzgeha Îlamê li Kurdistana Îranê hate peyda kirin.

Nûçegihaniya Îsna li ziman “Ehemd Qelebanî” bilav kir, li gor hin texmînan, meydana han 290 milyard Fût gaz heye, ku dibe 175 milyard a 3’ê car gaz jê bihê der inan.

Cêgirê wezîrê “Petrol”a Îranê got: Cara yekeme ku meydanek ev qas mezin bi bilindiya 10 mêtroyan li ser asta ava azad bihê peyda kirin.
Navbirî her wisa got: Meydana han bi panahiya 28 û 4 kilomêtrên çar goşeye û li rojhilata bajarê Îlamê hatiye peyda kirin.

Parêzgeha Îlamê xwediyê 600 hezar nifûsa vê ye û serbarî hebûna rêjeyek berçav ji samana jêr erdî wek Gaz û Petrolê, bi yek ji hejartirîn parêzgehên Îranê tê hesibandin.

Berê jî Ehemd Şevhanî nûnerê parêzgeha Îlamê li Meclisa Îranê ragehandibû:Parêzgeha Îlamê pitir li 100 hezar kes bêkar heye û bi gotinek din ji her 5 kesan, kesek ji wan bêkare.

Niha 90% li kerta berhem inan li bajarokê pêşesazî yê Îlamê xebatê nakin û tenê 10% jiwan bi kêmtirîn hêza xwe mijûlî karin.