Çarenûsa nediyar a xwepêşanderên Mahabadê piştî 2 mehan
22:12 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çarenivîsa kesên binçavkirî yên ku li xwepêşandana Mahabada rojhilatê kurdistanê (ya beriya niha bi du mehan de) beşdarî kirnî, hîne nehatiye zelal kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du mehan, hejmarek berçav ji hemwelatiyên çendîn bajarên rojhilatê Kurdistanê nemaze Mahabad, di bertek nîşandan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî de, xwepêşndan lidarxistibûn.
Piştî wê xwepêşandanê gelek ji xwepêşanderan ji wan “Umîd Debaxçî Mukrî” hatibûn binçavkirin ku bi derbas bûna 2 mehan bi ser vê bûyera (kuştî û birîndar lêketî) hîna tu agiheyek ji çarenûsa girtiya bidest nekevtiye.
Yek ji xizmên Debaxçî li ser çarenûsa nediyar ya navborî de ji ajansa Kurdpa re ragihand: Heya niha bi çendîn car malbata Umîd serdana nevendên hikûmetî yên têkildar kirine, lê tu zaniyariyek ji çarenivîsa wî bi wan re nehatiye îlankirin
Pêştir jî malbata Umîd Debaxçî, qala wê yekê kirbûn ku Umîd dema xwepêşandanê de, ber bi xwendîngehê ve diçû û tu rolek di wan meşan de bi stû nebûye.
Gorî raport û nûçeyên herî dawîn, di xwepêşandanên bajarê Mahabad û bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê de, zêdeyî 150 kesan hatibûn binçavkirin ku piştre çend kes ji wan bi danîna barmteyên 50 milyon Tûmenî hatibûn azadkirin.
7`ê Gulana evsal, şêniyên Mahabadê bi nîşaneya nerazîbûn hember mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî, li ber Otel Tara xwepêşandan lidar xistin ku wê xwepêşandanê berteka tund ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi pey xwe hişt.
Di wê xwepêşandanê de ku bi şer û pevçûn, her wiah êrîşa yek alî ya leşkerên Îaranê re bi dawî bibû, Akam Telac bi giranî hatibû brîndakirin. Ew xwendekarê Kurd beriya niha bi çand rojan (piştî 53 roj berxwedan hember birînên leşê xwe), li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du mehan, hejmarek berçav ji hemwelatiyên çendîn bajarên rojhilatê Kurdistanê nemaze Mahabad, di bertek nîşandan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî de, xwepêşndan lidarxistibûn.
Piştî wê xwepêşandanê gelek ji xwepêşanderan ji wan “Umîd Debaxçî Mukrî” hatibûn binçavkirin ku bi derbas bûna 2 mehan bi ser vê bûyera (kuştî û birîndar lêketî) hîna tu agiheyek ji çarenûsa girtiya bidest nekevtiye.
Umîd Debaxçî Mukrî yek ji binçavkiriyên xwepêşandana Mahabadê
Meha gulana îsal hêzên leşekerî yên Îranê avêtin ser malên hemwelatiyên Mahabadî û bi dehan kes xistin binçavan. Yek ji wan kesane Umîd Debaxçî bû ku dest bi alavên şexsî yên wî de jî hatibû girtin.Yek ji xizmên Debaxçî li ser çarenûsa nediyar ya navborî de ji ajansa Kurdpa re ragihand: Heya niha bi çendîn car malbata Umîd serdana nevendên hikûmetî yên têkildar kirine, lê tu zaniyariyek ji çarenivîsa wî bi wan re nehatiye îlankirin