Çarenûsa hevwelatiyekî Seqizî eşkere nine

15:20 - 13 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Ji qedera hevwelatiyekî bajarê Seqizê tu zanyariyek li ber dest de nîne.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, ji çarenûsa çalakekî medenî xelkê bajarê Seqizê bi navê “Aso Remezanzade” kurê “Umer” tu zanyariyek li ber dest de nîne.

Navbirî ji aliyê hêzên Wezareta Îtila’ata hikûmeta ranê ve hatiye girtin.
Navbirî di destpêka meha Xermanana îsal de ji aliyê hêzên ku kincên asayî ên şexsî li xwe kiirbûn ve, hate girtin.

Malbata wî, ragehnadine ku ew agehdarî cihê ragirtina kurê xwe nînin.

Nawenda Berevankar ya Mafê Mirovan a Kurdistanê belav kiriye ku, Remezanzade di dema destbiserkirinê de, ji aliyê hêzên kinc şexsî ên Îtila’atê ve bêhurmetî pê hatiye kirin.

Li gora nawenda amaran a Ajansa Kurdpa, di heyama rojên borî de, bi dehan hevwelatiyên Kurd hatine destbiserkirin, û qedera wan ne rohn e.