Çarenûsa girtiyekî Kurd nediyar e

14:48 - 26 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd xelkê şaristana Kamyaranê zêdetirî salekê ye, ku di Girtîgeha Navendî ya Sineyê de, bê lşpirsîn hatiye ragirtin.

Li ser bingeha nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê Heyder Qurbanî kurê Elî girtiyê Kurd ê di Girtîgeha Navendî ya Sineyê de 13 meh e, ku di vê girtîgehê de di rewşeke bê lêpirsîn de derbaz dike, û heya niha jî rûniştina ragehandina tohmetên wî û dadgehîkirina wî nehatiye birêvebirin.

Li gora çavkaniyeke agehdar, dosiyeya qezayî vî girtiyê Kurd pêvajoya xwe ya asayî derbaz nekiriye, û nekariye xwe re parêzer bigre.

Hêzên Îtila`atî di dawiya meha Rezbera sala 1395`an de bû ku ew hevwelatiyê Kurd destbiser kirin, û ew tohmetbar kirin bi desthebûna di kuştina çend kes ji hêzên hikûmetî de. Di heyva Reşemeha heman salê de, televîzyona Îngilîzî ziman ya “Press TV” bi nîşandana belgefîlmekê bi navê “Ranendêyê Merg” (Ajotvanê mirinê), axavtina vî girtiyê Kurd belav kir, ku tê de navbirî bi zorî hatibû neçarkirin ku tohmetên ser xwe bikêşe stûyê xwe.