Çarenivîsa Xwenderkarekî Kurd piştî çar mehan girtinê nediyare

15:07 - 15 Kanûna pêşîn 2012
Ajnsa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd ê xelkê bajarê Pawê ku çar meh berî niha hatibû girtin her di hepsê deye û jibo serbest berdana wî a demikî daxwaza 200 milyon timen barimtê dikin.
Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Meaz Hekimî xwendekarê Kurd ê xelkê gundê “Şerekan”a ser bi herêma “Newsûd” a bajarê Pawe ku li berwar 25ê Gelawêjê ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarê Tehranê hatibû girtin, heta niha di hepsa Dîzil Abad a bajarê Kirmaşsanê hatiye heps kirin û dezgeha dadwerî a rejîmê jibo serbest berdana wî a demikî daxwaza barimta 200 milyon timenî dike.

Meaz Hekimî xwendekarê karnasiya bilind a Êlahiyatê li zanîngeha mesebên Îslamî a Tehranê ye.
çavkaniyekî hayda ji rewşa nav hatî bi Ajansa nûçegihaniya Kurdpa’ê, ragehand: li dawiya meha Rezebra îsal Meaz Hekimî li hepsa Tehranê jibo Dizêl Abad a Kirmaşsanê hatibû radest kirin, lê serbarî lêpirsîna malbata wî, navendên ewlehî û dezgeha dadweriya Îranê tu zanîyariyek li ser kurê wan nedane.

navbirî di civînên Olî û gengeşeyên Olî de pişikdarî kiriye û gumana vê hindê têkirin kû sedema destbiser kirina nav hatî li ser vê mijarê be.