Çarenivîsa xwendekarekî Kurd nediyar e

20:13 - 27 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa kurdpa: Xwendekareke Kurd yê Zanîngeha Tehranê piştî ku ji aliyê hêzên Ewlekariyê yên Hikûmeta Îslamî a Îranê hate binçavkirin çarenivîsa wî nediyar e.

Li gor nûçeyên ku gihane Ajansa nûçegîhanya Kurdpa, “Ferşîd Emînî” xwendekarê sala dawî a beşa Şûnwarnasî a Zanîngeha Tehranê piştî ku ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve hate binçavkirin, tu zaniyarek li ser sûçê wî li ber dest de nîne.

Ev xwendekarê Kurd roja Sêşemiyê 22’ê Çileya Pêşîn a 2015’an ji aliyê hêzên Ewlekariyê yên Tehranê ve hatiye binçavkirin.

Tê gotin, tevî bidûreçûna malbat û kes û karên wî xwendekarî bo navendên Ewlehî û Dadweriyê, heya vê demê tu bersivek erênî ji wan navendan ve wernegirtine.

Ferşad Emînî yek ji xwendekarên çalak yê Kurd li Zanîngeha Tehranê ye û di piraniya Kempîynên jîngehî û Civakî de roleke çalak hebûye.