Çarenivîsa xortekî kurd yê binçavkirî nerohn e

16:48 - 5 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Xortekî kurd yê xelkê devera “Sayîn Qela” ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava midehê hefteyek e ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin û heya niha çarenivîsa wî nexuya ye.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, “Fetah Resûlpûr”ê 28 salî û xelkê Sayînqela, midehê heftiyekê ye ku ji aliyê îdareya “Agahî”yaw î bajarî ve hatiye gazîkirin û heya niha jî çarenivîsa wî nediyar e û malbata wî tên destbidest kirin.

Çavkaniyek nizîk ji vê malbatê bi nûçegihaniya Kurdpa re da zanîn ku Fetah Resûlpûr kesekî sivîl e û heya niha jî tevlî tu karên siyasî û rêxistinî nebûye.

Wî çavkaniyê haydar herweha daye zanîn ku malbata wî xortê binçavkirî heya niha çend caran seredana îdareya “Agahî”iyê kirine, lê ji aliyê nawenda navhatî ve ji wan re hatiye gotin ku jib o îdareya Îtilaatê hatiye veguhastin.

Tê gotin ku Fetah Resûlpûr salek berî niha bi hêzên Besîc ên Sayînqela re rastî pirsgirêkan hatibû û hinge bo midehê du rojan hatibû binçavkirin.

Heya dema weşandina vê nûçeyê jî, sedema girtina Fetah Resûlpûr nehatiye zelal kirin û herweha tu zaniyariyek ji çarenivîsa wî jî li berdest de nine.