Çarenivîsa Wilatiyek xelkê Qurwê nediyare

12:27 - 14 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî derbas bûna mehekê ji binçav kirina wilatiyek Kurd ê xelkê Qurwê ,çi nûçeyek li ser rewşa vî li berdest de niye.

35 rojan beri niha “Sirwan Husênpenahî”ji aliyê hêzên Îttlatî ên bajarê Qurwê li gundê “Quruça”ya ser bi wî bajarî hat girtin û heya niha çi zaniyariyek li ser rewş û cihê ragirtina wî li berdest de niye.

Ji aliyek din “Kampayna Berevanî li gitiyên siyasî û sivîl” bilav kir,heyamek beri niha seva eşkencê yek ji perastiyên navhatî hatibû şikandin.çavkaniyê eşkere kir, egera vê yekê heye ku seva goh nedana ew gitiyê siyasî bi xwestekên Îdareya Îttlat li ser hevpêvîn tewî kanala “Pirês Tv”bi xurtî hatibîte eşkence kirin û canê xwe ji dest dabe.