Çarenivîsa sê hepsiyên Kurd di girtîgeha Urmiyê de Nerohn e

12:29 - 25 Hezîran 2020

Sê welatiyên Kurd ên bi navên “Mesûd Hacîzade” ê temen 44 salî û xelkê bajaroka Sêro ya ser bi Urmiyê, “Keywan Reşozade” ê 26 salî û xelkê şehreka Îslam ava û “Umîd Seîdî” ê 25 salî û xelkê şehreka Îslam Ava a ser bi bajarê Urmiyê di girtîgeha Urmiyê de çarenivîsa wan nerohn e.

Deh meh e ku çarenivîsa wan sê welatiyan di girîgeha navendî a bajarê Urmiyê de nerohn e û di wê heyamê de ji hebûna parêzer jî bêpar bûne.

Pêka çavkaniyek agehdar ji girtîgeha Urmiyê: “Mesûd Hacîzade, şiyana dabînkirina barimteya 600 milyon tumenî ji bo azadiya xwe ya demkî tine.

Mesûd Haxcîzade, Keywan Reşozade û Umîd Seîdî, 10 meh berî niha ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştî dawîhatina lêpêçînê bo girtrîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Mesûd Hacîzade, di benda 4 a girtîgeha Urmiyê û Keywan Reşozade û Umîd Seîdî jî di benda Ciwanan a girtîgeha Urmiyê de hepsiya xwe derbas dikin.