Çarenivîsa sê hemwelatiyên Kurd yên Sine nediyar e

21:09 - 23 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Sê hemwelatiyên Kurd ku ji aliyê Îdareya Îtila`ata bajarê Sine ve, hatibûne binçavkirin, heyanî niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di hefteya derbazbûyî de hêzên Îdareya Îtila`ata Hikûmeta Îranê, êrîş birne ser mala hemwelatiyê Kurd ê xelkê gundê “Tewrîwer” a girêdayî bajarê Sine, “Fatih Hacî Ehmedî” kurê Mihemedsalih, û piştî lêgerîna mala wî, navbirî bi bê belgeya yasayî binçav kirine, û heyanî niha malbata wî hemwelatiyê Kurd tu zanyariyek derheqê cihê ragirtin û çarenivîsa Fatih nînin.

\"\"Herwiha 10 roj berî niha, du hemwelatiyên din yên Kurd ên xelkê gundê “Tewrîwer” a girêdayî bajarê Sine, yên bi navên “Aram” û “Bêhnam Elîzade” kurê “Ebas” ji aliyê hêzên Îdareya Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin, û heyanî belavbûna vê nûçeyê ew di girtîgehê de ne.

Tevî bidûreçûna malbata Elîrezayî ji bo haydarbûn ji çarenivîsa kurê xwe, lê hêzên Îdareya Îtila`ata Hikûmeta Îranê, bersiveke zelal ji wan re nedane.

Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, ji tometên li ser wan sê hemwelatiyan, tu zanyariyek di ber dest de nine.