Çarenivîsa Pênc hevwelatiyên Kurd yên bajarê Merîwanê nediyare

20:36 - 19 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: hêzên îtila`atê Pênc hevwelatiyên Kurd yên xelkên bajarê Merîwanê destbiserkirin û ew bo cihekî nediyar veguhast in.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 26`ê Rezberê (18`ê Çiriya Pêşîn) 3`ê welatiyên Kurd yên bi navên “Biryar Kawe” temen 25 salî û kurê “Emîn”, “Muhsên Ferehmend” kurê “Xosrew” û “Hemîd Perwaze” temen 28 salî kurê “Mihemed” û xelkê gundê “Nêy” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`ata Îranê ve hatine destbiser kirin.
Hêzên îtila`atê bi bê radestkirina belgeya dadweriyê, êrîşê ser malên wan 3`ê welatiyên Kurd kirine û ev destbiser kirine.

Ew 3`ê welatiyên Kurd piştî destbiserkirinê bo cihekê nediyar veguhaztine.

Hevdem bi destibiserkirina wan 3`ê welatiyên Kurd yên xelkên bajarê Merîwanê, 2 welatiyên din yên Kurd yên bi navên “Karwan Ehmedî” û “Rehman Sidîqî” kurê “Îsa” di bajarê Merîwanê de, destibiserkirin û ew bo cihekî nediyar veguhastine.

Ew Pênc hevwelatiyên Kurd bi tawana “alîkarîkirina digel partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” destbiser kirine.