Çarenivîsa mamostayekî Kurd ne diyar e

20:34 - 13 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Bi derbazbûna yek hefteyî bi ser destbiserkirina mamostayekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê, heya niha jî çarenivîsa wî nezelal e.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçgihaniya “Kurdpa”yê, bi derbazbûna yek hefteyî bi ser destbiserkirina mamostayê Kurd yê bi navê “Mihemedsalih Şukirî”, heya niha jî çarenivîsa wî nediyar e, û vê yekê nîgeraniya malbata navbirî li pey xwe aniye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, tevî pêdagiriya malbat û kesûkarên Şukrî, hêzên îtila`atê ji dana zanyariyan û bersivên zelal derheq çarenivîs û cihê xwedîkirina navbirî xwe parastine.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de daye xuyakirin ku: Yek ji xarzayên “Mihemedsalih Şukrî” yê bi navê ”Salih” çend rojan berê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû destbiserkirin, û ev ji bo îdareya îtila`at a bajarê Seqizê hatibû veguhastin, û rastî lêdan û îşkenceyê hatiye.

Vê çavkaniya agehdar pêdagirî jî kiriye ku, dibe ku ev mamostayê Kurd bi tawana nîşandana nerazîbûna xwe derheq rewşa xirab ya perwerdehiyê di Îranê de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hetibe destibserkirin.

Şeva Yekşemî 15`ê Rezberê, “Mihemedsalih Şukirî” ku ev heyama 24 salan e di xwendingehên bajarê Seqizê de, mijûlî dersgotinê ye, ji aliyê hêzên îtila`atê hate destibserkirin.

Ev welatiyê Kurd berê, di sala 1388`an de jî, bi tawana alîgirîkirina yek ji partiyên Kurd yên oposizyon yên hikûmeta Îranê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve haitbû destibser kirin.