Çarenivîsa kolberekî Kurd, ku ji aliyê Îtilaatê ve hatiye binçavkirin, nedyar e

21:20 - 6 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî derbazbûna 4 heyvan biser binçavkirina kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Banê, hêj çarenivîsa wî nediyar e.

Piştîvan Nehroyî, xelkê gundê “Armirde” ya ser bi bajarê Banê, piştî vê ku 4 heyvan berî niha, ji aliyê hêzên Îtilaata ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin, hêj bêser û şûne.

\"\"Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê ragehand ku, Piştyvan roja 16’ê Çileya Pêşîn ya sala 2015’an, li bajarê Banê û ji aliyê hêzên Îtilaatê ve, û bi tometa hevkarî û têkiliya tevî yek ji partiyên opozisyona Komara Îslamî ve, hatiye binçavkirin.

Çavkaniyeke haydar bas ji vê yekê dike ku, berî binçavkirinê, navbirî çendîn caran ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên ser bi Komara Îslamî ve hatibû gazîkirin.

Eva di demekî de ye ku hewlên malbata piştîvan heya niha, bona bidestxistina zaniyariyekê liser kurê xwe, bê encam maye.