Çarenivîsa hevwelatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê ne diyare
20:57 - 7 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Di doma binçavkirina hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhilatê de, hêzên Îtila’ata bajarê Kamyarên, hevwelatiyekî Kurd, xelkê Şarwêrana girêdayî bajarê kamyaranê binçav kirin û bo cihekî ne diyar veguhaztin.
Li gor nûçeya ku gihaye Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hêzên Îtila’ata bajarê Kamyaran a Hikûmeta Îslamî a Îranê, ji bo cara sêhemîn Husên Kemangeryan ku berê girtî bû, binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhaztin.
Hêjayê gotinê ye ku heyanî belavbûna vê nûçeyê tu zanyariyek ji aliyê vê navenda ewlekariyê ve, li derbarê sedema binçavkirina wî hevwelatiyê Kurd ji malabata wî re nehatiye dayîn.
Nûçegihanê Kurdpa li bajarê Kamyaranê ragehand: “Hêzên Îtila’ata wî bajarî, bi bêy îzin wegirtin û moleta yasayî, êrîş birine ser mala navbirî û komek ji kelûpelên şexsî yên Husên digel xwe de birine”.
Pêştir jî Husên Kemanger di sala 2011’an de, ji aliyê hêzên Îtila’ata bajarê Kirmaşanê hatibû binçavkirin û piştî derbazbûna du mehan bi ser binçavkirina navbirî, bi danana barimtê (wesîqê) hatibûn azadkirin, herwiha carekî din jî di sala 2013’an de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadweriya Şoreş a bajarê Sine ve, bi tawana çalakî li dijî ewlehiyê” 10 meh cezayê girtîgehê bo hatibû birîn.