Çarenivîsa girtiyekî Kurd nediyar e

22:15 - 12 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî sê mehan binçavkirinê, heyanî niha jî çarenivîsa wî ne rohn e.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê,hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Nasih Xalidî” temen 30 salî piştî sê mehan di yek jî girtîgehên Îranê de, heyanî niha jî çarenivîsa vî zelala nîne.

Ev hevwelatiyê Kurd, birêveberê nexweşxaneya bajarê Pîranşarê ye, ku roja Yekşemî 17`ê Befranbarê, li cihê karê xwe de hatiye biçavkirin, lê tu zanyariyek derheqê çarenivîsa navbirî li ber dest nînin.

Hêzên Îtila`atê ev hevwelatiyê Kurd bi tometa hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon ên hikûmeta Îranê, binçav kirine.

Malbata vî girtiyê Kurd, derheqê cihê xwedîkirina kurê xwe û tohmeta ku pê kirine, nehaydarbûna xwe nîşan dane,û bidûreçûna wan ji bo haydarbûna derheqê çarenivîsa kurê xwe heyanî niha bê encam bûye.